Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan,Eşref Musa
14 Îlon 2022•Rojanekirin: 15 Îlon 2022
Li Sûriyeyê di demên dawîn da nexweşiya zikêşiyê zêdetir belav bû û li herêmên di bin kontrola rejima Beşşar Esed û dagirkirina YPG/PKKya rêxistina terorê da ne zêdetir bûn û li herêmên di bin kontrola mixalifan da ne nexweşî tuneye.
Nexweşiya zikêşiyê (kolera) ku bi vereşîn û emelbûnê xwe nîşan dide li Sûriyeyê bi taybetî li herêmên di bin dagirkirina YPG/PKKê da û herêmên bin kontrola rejimê da ne zû belav dibe.
Nexweş herî zêde li bajarên wek Heleb, Dêrazor û Reqayê hene û wek şewb li herêmên din jî heman nexweşî êdî tê dîtin.
Hejmara kesên ji ber vereşîn û emelbûnê serî li navendên tenduristiyê didin zêde bû.
Tirs ew e ku li welêt heke tewdîrên hewce dikin neyên hildan wê şewb zêdetir belav bibe.
Wezareta tenduristiya rejima Esed li Helebê piştî ku derket holê di 10ê Îlonê da 15 kes bi zikêşiyê ketine îlan kir ku şewb heye û daneyên der heqê vê nexweşiyê da parve kir.
Li gor nûçeya SANAya ajansa rejimê li herêmên di bin kontrola rejimê da ne 7 kes ji ber zikêşiyê mirin û hejmara pêketiyan jî gihîşt 53an.
Di nav herêmên bin kontrola rejimê da ne pêketî herî zêde li Helebê ne û hat gotin ku saziyên tenduristiyê yên li paytext Şamê ji ber şewbê tewdîr hildane û amadehî kirine.
Li gor daneyên rejimê eşkere kir li Helebê 22, li Hesekê 13, li Dêrazorê 10, li Lazkiyeyê 6 û li Şamê jî 2 pêketî hatin tespîtkirin.
- Li herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKê da ne hejmara pêketiyan zêde dibe
Li gor daxuyaniyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda pêketî herî zêde li Dêrazorê ya ji herêmên rojhilatê Feratê û Reqayê hene.
Li gor nûçeyên torên herêmî jî li herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKê da ne di nav 10 rojî da bi sedan pêketî hatin tespîtkirin û herî kêm 6 kes ji ber nexweşiyê mirin.
Ji hêla din va li herêmên bakur ên welêt ku di bin kontrola mixalifan da ne jî kesên bi zikêşiyê ketine tunene.
- AAyê dîmen bi dest xist
AAyê dîmenên navendên tenduristiyê yên li Şam û Dêrazor a di bin kontrola rejimê da yên i herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKê da ne, temîn kir.
Di dîmenan da tê dîtin ku li servîsa bilez a Nexweşxaneya Muvasatê ya li Şamê qelebalixî zêde ye û di dîmenan da şêlûbuna ava Çemê Beredeyê ku li paytext e jî tê dîtin ku di çi halî da ye.
Di dîmenên ji Dêrazorê hatine temînkirin da tê dîtin ku li servîsa bilez qelebalixî zêde ye.
Li Dêrazorê ya ku pêketî lê zêde ne welatî di temînkirina ava paqij da gelek zehmetiyê dikişînin.
- Li Dêrazorê gel dixwaze tevdîr bên zêdekirin
Ebû Hemzeyê ji Dêrazorê ji nûçegihanê AAyê wiha got: "Ava qirêj yek ji sedema vê nexweşiyê ye. Yên li vir (YPG/PKK) hewcedariyên herêmê temîn nakin. Ji bo ku vê nexweşiyê xelas bikin divê ava paqij û derman temîn bikin."
Elî Mihemedê ji Dêrazorê jî got rêxistina terorê bi têra xwe piştgiriya tenduristiyê nake û wiha dewam kir: "Li nexweşxaneyan û cihên tenduristiyê bi têra xwe derman û melzeme tune. Sedema vê jî kontrol tune. Ji bo kolerayê nexweşxane dixebitin, lê têra xwe derfetê wan tune. Divê tevdîr bên dîtin ku ev nexweşî belav nebe."
- NYyê hişyarî dabû
Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya Mukîmê ya NYyê yê Sûriyeyê Îmran Riza jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da gotibû ji dawiya meha çûyî vir va ev nexweşî li Heleb, Dêrazor, Reqa, Heseke û Hemayê heye, ji bo gelê Sûriyeyê û welatên cînar talûke ye, lewra dikare zû belav bibe.
Riza agahî dabû ku ji 25ê tebaxê heta 10ê îlonê li welêt di 936 kesan da nexweşiya emelê hatiye tesbîtkirin û herî kêm 8 kes mirine.
- Kolera
Nexweşiya kolerayê dema bakteriya "Vibrio"yê di roviyên însanan da cih dibe dest pê dike û ji ber ava vexwarinê û tiştên bi ava qirêj va tên şûştin belav dibe.
Ji ber vê nexweşiyê emel, zikêşî, werm û vereşan çêdibe.
Piştî ku bakterî dikeve bedenê di navbera 6 û 48 saetan da nexweşîdest pê dike.