Mustafa Deveci
15 Îlon 2022•Rojanekirin: 15 Îlon 2022
Ji ber ku konvoya Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy li wesayîtekê qelibî ew birîndar bû.
Berdevkê Serokatiya Dewleta Ukraynayê Sergey Nîkîforov li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand konvoya Zelenskiy li paytext Kîevê li wesayîtekê qelibî.
Nîkîforov got şofêrê wesayîtê birîndar bû, xebatkarên tenduristiyê yên bi konvoyê ra bûn ew derman kirin û rakirin nexweşxaneyê.
Nîkîforov daxuyand Zelenskiy jî birîndar bû, lê rewşa wî ne giran e û der barê qezayê da lêpirsîn hatiye destpêkirin.