Elif Orhan
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANKARA
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) eşkere kir ku li Sûriyeyê di sala 2017an de piraniya wê ji aliyê rejima Beşar Esed ve 10 hezar û 204 sivîl hatin kuştin.
Di rapora SNHRyê ya der barê sivîlên ku li Sûriyeyê ji ber êşkence, pevçûn û êrîşan mirin de dan zanîn ku par 2 hezar û 298 jê zarok, hezar û 536 jê jin 10 hezar û 204 zarok mirin.
Di raporê de dan zanîn ku rejima Esed par bi êşkence û êrîşên ku kir 754 jê zarok, 591 jê jin 4 hezar û 148 sivîl kuştin.
Di raporê de dan zanîn ku PYD/PKKya rêxistina terorê 54 jê jin bi tevahî 316 sivîl qetl kirin û hat gotin ku DEAŞa rêxistina terorê 281 jê zarok, 148 jê jin, hezar û 421 sivîl kuştin.
Li gor raporê di êrîşên hêzên ûris de 439 jê zarok, 284 jê jin bi tevahî hezar û 436 sivîl mirin, di êrîşên hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê de jî 521 jê zarok, 332 jê jin bi tevahî hezar û 759 sivîl mirin.
Di encama pevçûnên mixalifên eskerî û komên dijî rejimê yên bi rejimê re de 47 jê zarok, 30 jê jin 211 sivîl mirin.
Ji aliyê din ve di raporê de hat gotin ku aliyên ku nasnameya wan nayên zanîn 198 jê zarok, 97 jê jin 913 sivîl kuştin.
- Mirin herî zêde li çolwarê Şamê ne
Li gor raporê li çolwarê Şamê 2 hezar û 19, li Reqayê hezar û 512, li Helebê hezar û 352, li Dêra Zorê hezar û 324, li Îdlibê hezar û 256, li Derayê 882, li Xamayê 852, li Xumusê 781, li Hesekêyê 198 û li bajarê Qunaytrayê 28 sivîl hatin kuştin.
Di raporê de dan zanîn ku di sala 2017an de 211 jê ji aliyê rejimê ve 232 sivîl di bin êşkenceyê de mirin.
Di raporê de bal kişandin ji bo ku piştgiriya çekan a ji bo rejima Esed bê birîn divê tehdeyê li welatên wekî Rûsya, Îran û Libnanê bikin û ji Rûsyaya ku xerantoriya Esedê dike hat xwestin ku bila beriya hewldanên rejimê yên ji bo ku peymana herêmên kêmkirina rageşiyê bi ser nexe bigire.