Elif Orhan
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku "Li Îranê hem mafên mirovan hem jî serweta welêt tê talankirin. Wextê guherînê ye."
Serokê Amerîkayê Trump di mala xwe ya li Florîdayê bi malbata xwe re ket sersalê û ji ser hesaba xwe ya Twîtterê der barê Îranê de peyam parve kirin.
Trump parast ku Îranê digel peymana hêwilnak a ku bi birêvebiriya selefê wî Barack Obama re îmze kir di her astê de bi ser neket û got ku "Gelê Îranê yê mezin çendî sal in bin tehdeyê de ye. Birçiyê xurek û azadiyê ye. Li Îranê hem mafên mirovan re hem jî serweta welêt tê talankirin. Wextê guherînê ye."
Li bajarê Meşhedê koma bêyî banga tu partiyên siyasî roja pêncşemê civiya ji bo protestokirina şert û mercên aboriyê yên li bajêr xwepêşandan li dar xistibûn. Xwepêşandan veguherîn protestoyên mixalifê rejimê û belavî gelek bajêran bibû.
Li gor daxuyaniya ku rayedarên dewletê dan ji pêncşema borî ji destpêka xwepêşandanan heta niha li tevahiya welêt 10 kes mirin.