NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokê heyeta NYê Ake Sellstromê ku ji îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyê berpirsiyar e ku lêkolînê bike û tevî Temsîlkarê Bilind yê Karûbariya Bêçekbûniyê Angela Kane li ser daweta hikûmeta Sûriyê hefteya bê dê biçin Şamê.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Martîn Nesirky daxuyanî da rojnamegeran û got ku di ziyaretê de der barê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyê de ji bo ku lêpirsîn bên kirin, dê hevkarî û muzakereyan li ser rêbaza lêkolînê bikin.
Nesirky da zanîn Ban Ki-Mûn hêvî dike ku ev ziyaret di nav aramî û fambariyê de bidome her wiha got ku Ban girîngiya destûrdayîna lêpirsîn û hikûmdanînê jî dûpat kiriye.
Hikûmeta Sûriyê serî li NYê dabû û îdia kiribû ku muxalifan çekên kîmyewî bi kar anîne. Piştî Şamê Îngilîstan, Fransa û DYE jî îdia kirin ku rejîma Sûriyê gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye û ji ber vê egerê serî li NYê xistin.
Piştî van îdiayan Rûsyayê jî hin septomên gaza kîmyewî ku muxalifan li herêma Han El-Assalê di 19ê adarê de bi kar aniye, pêşkêşî Sekreterê Giştî kiribû.
Heyeta ku ji hêla Sekreterê Giştî Ban ve hatibû sazkirin, ji ber destûrnedayîna Şamê firsenda lêpirsîna hemû îdiayan nedîtibû.
Rejîma Sûriyê hefteya borî ji bo ku lêkolîna îdiayan Sellstrom û Kane dawetî Şamê kiribû.
Ji aliyê din ve Konseya Şoreşê ya Sûriyê ya Giştî (SRGC) diyar kir ku wesayîta bombebarkirî li bajaroka Kenakirê hatibû parkkirin teqiya, di encama teqînê de 2 jin û zarokek bi tevahî 3 kes mirin.
SRGCyê diyar kir ku birîndar hene û birîndar li nexweşxaneyên herêmê tên tedawîkirin.