Elif Orhan
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
ANKARA (AA) - Li qeraxa rojhilat a giravê Taywanê bi lerza 6,4an erdhej çêbû.
Li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) navenda erdheja bi lerza 6,4an a ku 9,5 kîlometro bin erdê de çêbû 14 kîlometro bakurê rojhilatê bajarê Hualîenê ye.

Di dîmenên ku ser çapemeniya civakî hatin weşandin de tê diyarkirin ku gelek avahiyan û rêyan xisar dîtine.

Dîmenên avahiyeke tê diyarkirin ku otêl e wergeriya ye ya li bajarê Hualîenê hatin kişandin.
Li welêt di erdheja ku di sala 1999an de bi lerza 7,6an çêbûbû de ji 2 hezar û 300î zêdetir mirov miribûn.