Türkan Tosun
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 27 Sibat 2020
Li Tûnisê hikûmeta nû ya ku Îlyas el-Fexfax ava kir, raya pêbaweriyê hilda.
Li Parlamentoyê rûniştina raydayînê serê sibê dest pê kir û 14 saetî zêdetir dewam kir.
207 parlamenter beşdarî raydayînê bûn. Ji van 129 kesan ji bo kabîneya Fexfax got "erê", jê 77 kesan jî got "na", parlamenterekî jî ray neda.
Fexfax li vir axivî û got Serokomar Qeys Seîd ji bo avakirina hikûmetê ji nav gelek kesan ew wezîfedar kiriye.
Fexfax got dibe ku ew dûrist e, welatparêz e, xwedî qerekterekî xurt e û wî gendelî nekiriye ji ber van sedeman Seîd ev wezîfe daye wî.
Fexfax bangî parlamenteran kir û got ew bi tenê raya pêbaweriyê naxwaze, ew piştgiriyeke giştî dixwaze.
Der barê xebatên ku hikûmet wê bike da jî Fexfax got hikûmet wê li dijî sextekariyê, sûcan, gendelî û enflasyonê têkoşînê bide, wê qîmeta pereyê neteweyî biparêze, aboriyê zindî bike û wê veberhênanan bike.