Türkan Tosun
01 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
XEZE
Hat eşkerekirin di Meşa Vegera Mezin a ku li ser sînorê Xezeya dagirkirî di 30yê adarê da dest pê kiribû de eskerên Îsraîlê 135 Filistînî şehîd kirin, 15 hezarî zêdetir Filistînî jî birîndar kirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Qudra ji nûçegihanê AAyê ra got di çalakiyên Meşa Vegera Mezin de ji ber bombeya xazê 15 hezar û 200 Filistînî birîndar bûn.
Qudra got di nav birîndaran de rewşa 370 kesan giran e, jê 2 hezar û 536 zarok, 1160 jin, 231 xebatkarên tenduristiyê, 175 jî rojnamevan in.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di Meşa Vegera Mezin a ku di 30yê adarê da dest pê kiribû de heta niha 135 Filistînî şehîd bûn.
Filistînî ji ber 42yemîn Roja Axê ji 30yê adarê vir va li Xezeya dagirkirî ya ser sînorê Îsraîlê bi navê Meşa Vegera Mezin çalakiyên aştiyane dikin.
Eskerên Îsraîlê jî ji sala 2006an vir va guleyan rastîn li ser gelê sivîl ên ku li ser sînorê Xezeyê çalakiyan dikin, direşînin.