Muhammed Emin Canik
26 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2025
Li Xeta Xezeyê ya ku di bin dorpêça Îsraîlê da ye û nahêle alîkariya însanî derbas bibe, hejmara kesên ji birçîna mirin derket 147an.
Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Munir el-Berş li ser hesabê xwe yê Xê der barê kesên li Xezeyê ji birçîna dimirin da agahî da.
Munir el-Berş diyar kir di 24 saetên dawîn da 1 jê zarok 14 kes ji birçîna mirine.
Li Xezeyê bi vî awayî hejmara kesên ji birçîna mirine 88 jê zarok û dergûş, derket 147an.