XEZE
Di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê de hejmara kesên can dan derket hezar û 158an nêzî 7 hezar kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra di daxuyniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku artêşa Îsraîlê li bakûrê Xezeyê êrîş bir li ser wargehên sivîlan û di encamê de 5 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Qudra destnîşan kir ku di bombebarandina li ser bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê de jî 3 Filistînî mirin û 20 kes jî birîndar bûn û li Kampa Penaberan a en-Nûsayratê jî ji ber êrîşê Filistîniyek mir.
Bi êrîşên dawîn ên ku Îsraîlê bi ser Xezeyê hejmara kesên can dan derket hezar û 158an û nêzî 7 hezar kes jî birîndar bûn.
Di 12ê hezîranê de li Şerîaya Rojavayê 3 cihû winda bibûn, lê piştî 18 rojan mirî hatibûn dîtin. Piştî vê di 2yê tîrmehê de ciwanekî filistînî yê bi navê Mihemed Ebu Hudeyr ji hêla cihûyan ve hatibû revandin û şewitandin. Piştî van bûyeran artêşa Îsraîlê bi navê "Xeta Parastinê" di 7ê tîrmehê de ji hewayê êrîşî Xezayê kiribû. Di 17ê tîrmehê êvara pêncşemê de jî ji bejayê êrîş dabû destpêkirin.