Türkan Tosun
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 01 Îlon 2020
Li Xeta Xezeyê ya di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dema qedexeya derketina derva hat dirêjkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Îyad el Bezm li Xezeyê di civîna çapemeniyê da got biryar hat dayîn ku heta emreke duyem dema qedexeya derketina derva bê dirêjkirin.
Bezm got kesên di Kampa Penaberan a Bureycê da dijîn û şêniyên taxa Tel es-Sultan û Es-Suudî yên li ser bajarê Refahê dikarin ji saet 08.00an heta saet 20.00î ji herêma ku lê dijîn derkevin derva, lê hatiye qedexekirin ku ew terka herêma xwe bikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê daxuyand ji ber Kovîd-19ê 3 kes mirin, 257 kes jî enfekte bûn.
Li Xeta Xezeyê ya ku 2 milyon kes lê dijîn ji bo rê li ber şewba Kovîd-19ê bê girtin ji bo kesên ji dervayî welêt û Şeriaya Rojava tên navendên karantînayê hatibûn avakirin.
Ev kes 21 roj li van deran dihatin girtin û paşê rayedaran ew dişandin malên wan.
Her çiqas rê li ber şewbê bê girtin jî Wezaretê daxuyand ku di malbateke ku kampa penaberan da dijî jê 4 kes şewbê ketine. Piştî vê ji 24ê tebaxê pê va derketina derva 2 rojan hat qedexekirin. Lê ji ber ku di 27ê tebaxê da nexweşên nû hatin tespîtkirin qedexeya derketina derva 3 rojan dîsa hat dirêjkirin. Herî dawîn di 29ê tebaxê da jî biryar hat dayîn ku qedexe 2 rojên din jî dewam bike.
Pispor ditirsin ku şewb belav bibe, nexweşxane têrê nekin.