Fatih Gazioğlu
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Hat ragihandin ku di êrişên rejima Beşar Esed û piştgirên wê de li Xûtaya Rojhilat xaza bijehr hatiye bikaranîn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji rayedarên herêmê bidestxistin hêzên rejimê û alîgirên wê li bajarokên Seqba û Hamuriyeya ser Xûteya Rojhilatê yê ye bi xaza bijehr êrîş kir.
Rayedarên Parastina Sivîlan daxuyaniyek dan û diyar kirin di êrişa esmanî de xaza bijehr jî hatiye avêtin. Rayedaran destnîşan kir ku xelkê ji ber êrişan xwe sipartiye sitargehan û ji ber vê ew rewşa wan nizanin.
Rejim û Rûsya van rojên dûmahiyê êrişên xwe yên dijî Xûtaya Rojhilat zêde kirin.
Hêzên rejimê pêr bi xaza klorê êriş biribû bajaroka Hamuriyeyê û di encamê de 30 sivîl bi jehrê ketibûn û rakiribûn nexweşxaneyan.