Abdullah Tel
08 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
LONDON
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê li paytext Londonê bi Mûhemmed bin Selmanê Şehzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdiyê ra hevdîtin kir.
Ofîsa Serokwezîriyê "10 Nimare" daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku bi serokatiya May û bin Selman va îro li Londonê civîna "Konseya Şirîkatiya Stratejîk a Îngiltere-Erebistana Siûdiyê" hat kirin.
Hat gotin ku di civînê da li ser bazirganiya derva ya bi qasî 65 milyar dolar a ku wê di pêşerojê da Îngiltere û Erebistana Siûdî bikin nirxandin hatin kirin. Li gor daxuyaniyê têkîliya veberhênanê ya di navbera herdu welatan da perwerdehî di serî da wê di qada xizmetên darayî, çand, şahî, tenduristî, zanist û teknolojî û pîşeya parastinê da be.
Şehzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdiyê Mûhemmed bin Selman wê bi mensûbên malbata qraliyeta Îngiltereyê ra jî bicive.