Muhammet Kurşun
06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
TEHRAN
Li Fermandeyiya Hêza Esmanî ya Îranê ku li Tehrana paytext e li Qada Teqekirinê Kehrizekê eskerekî teqe li kesên derdora xwe kir û yek jî serpel 4 endamên artêşê hatin kuştin 8 esker jî birîndar bûn.
Li gor xebera malpera aîdî Artêşa Îranê AJAyê li Qada Teqekirinê Kehrizekê eskerekî gule berda derdora xwe û 4 kuştin 8 jî birîndar kirin.
Hat ragihandin dibe ku esker cinî bûbe û yan jî çeka wî ji kontrolê derketibe. Halê hazir li ser van îhtimalan disekinin.
Wek din Serokê Meclisa Navçeya Kehrizekê Mûhemmed Haşimî bo ajansa MEHRê axivî û got bûyer ji ber êrişa eskerekî Sîstan-Belûcistanê qewimiye û yek ji kuştiyan serpel e.
Di meha tîrmehê de jî li herêma eskerî ya Abikê ya eyaleta Qezwînê jî eskerekî gule berdabû derdora xwe, 3 ekser hatibûn kuştin, 5 endamên artêşê jî birîndar bûbûn.