Muhammet Kurşun
06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
QUDIS
Îsraîlê biryar da ku qenala televizyonê ya El Cezîreyê ku navenda wê Qeter e were girtin.
Li gor xebera Qenal 7ê ya televizyonê li Îsraîlê, Wezîrê Ragihandinê yê Durzî-Ereb yê Îsraîlê Eyub Kara di civîna çapemeniyê de got dê qenala El Cezîreyê li Qudisê were girtin.
Wezîrê Îsraîlî Kara, îddia kir ku televizyona Qeterê li dijî Îsraîlê millet tehrîk dike û bêyî ku tarîxê bide destnîşan kir dê El Cezîre were girtin.
Kara wiha xeber da:
"Îsraîl digel welatên erebî yên ku li dijî tundreviya dînî û terorê mucadele dikin di heman sefê de ye. Li Îsraîlê cih ji qenaleke televizyonê ya piştgiriyê dide terorê re tuneye. Îsraîl li pey şopa Siûdî, Misir, Behreyn, Îmarat û dewletên din e ku nivîsîngehên El Cezîreyê girtin. Ev welat dibêjin qenal wasiteyeke DEAŞ, Hizbullah û Îranê ye. Em jî vê meylê destek dikin."
İsrailli Bakan kanalın kapatılmasına ilişkin şunları söyledi:
Wek din Midûrê Nivîsîngeha El Cezîreyê li Filîstînê Welîd El Omerî bo peyamnêrê AAyê got heta niha teblîxateke resmî ji Îsraîlê negihîştiye wan.
Serokwezîr Binyamîn Netanyahû jî ji ber biryarê Wezîr Kara tebrîk kir.