Önder Beyter
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Li bakurê Yemenê li El-Bûkaya navçeya Sadayê di êrîşa milîtanên Hûsî ya dijî bazara semtê da 12 esker hatin kuştin, 50 kesên ku di navê da sivîl jî hene birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyê eskerî yê girêdayî hikûmetê hat wergirtin, Hûsiyan ji herêma Çiyayên Reşaha ya li navçeyê 20 topên hawin avêtin bazara semtê.
Gava hawin hatin agirkirin, eskerên ji tûxayên Et-Tehrîr, Fetih û El-Ehrarê li bazarê danûstandin dikirin û lewma jî di encamê da 12 esker hatin kuştin, herî kêm 50 kesên ku di navê da sivîl jî hene, birîndar bûn.
Hat destnîşankirin, ji eskerên birîndar rewşa hinekan giran e û lewma jî dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a Yemenê SABAyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, lêbelê ew hûrgilî destnîşan nekir bê ka di navê da esker hene an na.
Di têlevîzyona Hûsiyan El-Mesîreyê da jî hat gotin ku di êrîşê da bi dehan eskerên peretî yên ji artêşa Erebistana Siûdî (hêzên hikûmetê) hatin kuştin û birîndar bûn.