Ayhan Mehmet
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Li peravên nîvgirava Morayê ya Yûnanistanê bota masîgiran a koçberên bêdestûr tê da bûn, serobino bû. Di encama bûyerê da 79 kesan canê xwe da.
Li gor nûçeyên çapemeniya Yûnan, li Nîvgirava Morayê peravên Kelha Navarînê bota masîgiran a koçberên bêdestûr tê da bûn, ji ber sedemeke nayê zanîn serobino bû.
Di bûyera ku di avên navneteweyî da çêbû da 79 kes xeniqîn, ji 100î zêdetir kes hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku koçberên bêdestûr birin Bendergeha Kalamatayê. Her wiha pispor bi fikar in ku hejmara miriyan dê zêde bibe.
Berdevkê Ewlekariya Qeraxan a Yûnanistanê Nikolaos Aleksiu ji Saziya Radyo û Têlevîzyonê ya Yûnanistanê ERTyê ra eşkere kir, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dê bi balafira cure C-130 a Hêzên Asîmanî yên Yûnanistanê seranserî şevê bidomin.
Li gorî saziya civaka sivîl Alarm Phoneê, di bota ji Tobrûka Lîbyayê ber bi Îtalyayê bi rê ket da qedera 700 kesî hebûn.
ERTyê ragihand, piraniya kesên di botê da mêrên 20 salî bûn, ev kes jî koçberên bêdestûr ên ji Sûriye, Filîstîn, Efxanistan û Pakistanê ne.
Katerina Sakelaropuluya Serokomara Yûnanistanê jî ji bo ku piştgiriyê bide koçberên hatin xilaskirin, dê biçe Kalamatayê.
Ji hêla din va hat ragihandin ku vê sibehê jî 80 koçberên bêdestûr li peravên Girava Girîtê hatin xilaskirin.