Barış Seçkin
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi li Îtalyayê di 12ê Hezîranê da li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, mir. Berlusconi îro li Mîlanoyê bi merasima dewletê hat definkirin.
Ji ber losemiya kronîk Berlusconi îsal sê caran rakirine Nexweşxaneya San Raffaeleyê û duşema çûyî di nexweşxaneyê mir. Ji bo Berlusconi li Mîlanoyê di Katedrala Duomoyê merasima cinaze ya fermî hat lidarxistin.
Ji ber merasima cinazeyê Berlusconi li Îtalyayê "şîna neteweyî" hat ragihandin û ala heta nêvî hatin daxistin.
Ji bo ku peyama sersaxiyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê bigihînin şûnê, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevk Omer Çelîk jî beşdarî merasima cinaze bûn.
Di parvekirina ser hesabê Twitterê yê Wezareta Karên Derva da jî wiha hat gotin, "Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevk Omer Çelîk beşdarî merasima cinaze ya Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi bû û ser navê Tirkiyeyê sersaxî da Îtalyaya dost û mitefîq. Wezîrê me yê Karên Derva bi wesîleya ziyaretê avahiya xizmetê ya Serkonsolxaneya me ya Mîlanoyê jî ziyaret kir."