Derya Gülnaz Özcan
01 Adar 2023•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Li Yûnanistanê di qezaya trênê da 29 kes mirin, 85 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewleta Yûnan AMNAyê, li herêma Tempiyê ya li bakurê bajarê Larîsayê, trêna rêwiyan û trêna bar li hev qelibîn.
Di qezayê da hin vagonên trêna rêwiyan ji ser rayan pekiyan û di encamê da 29 kes mirin, 85 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê rêwî bi otobusan bo bajarên Selanîk, Larîsa û Katerîniyê hatin veguhestin.
Di trêna cure IC 62 ya ji Atînayê diçû Selanîkê da qedera 350 rêwî hebûn.
Li ciyê qezayê xebatên lêgerîn xilaskirinê didomin.