Elif Orhan
21 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên rejima Beşar Esed û Rûsyaya piştgirê wê yên ser cî û warên sivîl ên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 3 sivîl hatin kuştin.
Li gor çavdêrxaneya balafiran a mixalifan balafirên şer ên Rûsyayê êrîş bir ser navçeya Maaratunnan û çolwarê wê û bajaroka Cercenazê, gundên Til Mennîs û Tuhê. Balafirên şer ên rejima Esed jî li navçeua Maarratunnan û Xan es Subul, Marşurîn, Xadafa, Marşîmşe, Reyyan, Sirman, Qatra, Dêr Şarkî û Bernanê xist.
Li gor agahiya ji ekîbên Parastina Sivîlan a Îdlibê (Baretspî) hat bidestxistin li navçeya Maaratunnanê 2 li gundê Dêr Şarkî jî sivîlek hat kuştin.
Ekîbên parastina sivîlan li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xilaskirinê û rakirina enqazê didomînin. Bombebaran didome û ditirsin ku jimara kuştiyan zêde bibe.
Li gor Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê ji sermawezê vir va herî kêm 180 hezar sivîlan koçî herêmên nêzî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.
Ji mutebaqata ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji 1300î zêdetir sivîl hatin kuştin. Jimara kesên ku ji herêmên ku lê êrîş zêde ne koçî nêzîkî sînorê Tirkiyeyê û herêmên ewledar kirin jî di sala dawîn da ji milyonekî borî.