Nihat Kavşut
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
ÎDLIB/ANKARA
Hat ragihandin li navenda Îdliba li bakurê Sûriyeyê êrîşa bombeyî hat kirin û li gor agahiyên ewil 7 sivîl hatin kuştin û 30 sivîl jî birîndar bûn.
Mistefa Hecî Yûsifê Midûrê Parastina Sivîl ya Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir nîvro li Îdlibê bombeya hatibû bicîkirin hat teqandin û li gor agahiyên ewil 7 sivÎl hatin kuştin û 30 sivîl jî birîndar bûn.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Îdliba li ser sînorê Tirkiyeyê ye û 4-5ê Gulana 2017an da li Astanaya paytextê Qazaxistanê bi destê Tirkiye, Rûsya û Îranê wekî "herêma kêmkirina aloziyê" hatibû îlankirin.