Haydar Şahin
17 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Jaremy Corbynê serokê Partiya Karkeran a mixalefeta sereke ya Îngiltereyê îlan kir ku hevîditnên wan ên li ser Brexîtê bi hikûmetê ra dimeşandin rawestiyan.
Corbyn ji Theresa Maya Serokwezîr ra name şand û diyar kir ku partiya wan ji hevdîtinên ji bo peymana Brexîtê ji parlamentoyê ra debas bikin dimeşandin vedikişe.
Corbyn wiha pê da çû: "Me cudahiya polîtîkayan a di navbera xwe da çareser nekir. Ya herî girîng jî dema hikûmeta we zeyîf bikeve an jî bêîstiqrar bibe, tiştên me li ser li hev bikin ew ê di ewlehiyê da nebin."
Corbyn got ku partiyan ew ê wekî 3 carên berê dîsa peymana Brexîtê red bike.