Haydar Şahin
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Li Tehrana paytextê Îranê 30yemîn Fuara Qurana Kerîm a Navneteweyî bi merasimê, dest pê kir.
Wezîrê Îrşada Îslamê û Çanda Îranê Mihemed Mehdî Îsmaîlî tevlî Wezîrên Çandê yên Morîtanya û Nîjerê li Mescîda Îniyê ya Îmam Xumeynî ya paytext Tehranê, fuar vekirin.
Midûrê Weşanên Olî yên Înformatîk a 30yemîn Fuara Qurana Kerîm a Navneteweyî Nasir Ehşapû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê fuarê da agahî da.
Ehşapû destnîşan kir ku di beşa navneteweyî ya fuarê da ji gelek welatan beşdarvan hene û di beşa netewî da jî ji Îranê 70 weşanger bi 5 hezar pirtûkê beşdarî fuarê bûn.
Di berdewamiya axaftina xwe da Ehşapû ragihand ku beşdariya îsal li gor salên borî gelek baş e û weşanger jî ji vê yekê razî ne.
Di fûarê da ji Endonezya, Pakistan, Madagaskar, Hindistan, Almanya, Tanzanya, Nîjerya, Nîjer, Senegal û Taylandê weşanger û hunermend tên ezimandin.
Fuar heta 15ê Nîsanê wê vekirîbe.