Bi beşdarbûna Serkonsolosê Tirkiyê yê Erbîlê Mehmet Akîf Înam, Serkonsolosê Mîrîtiyên Ereban yê Erbîlê Reşîd Mûhemed Mensurî û Alîkarê Waliyê Erbîlê Ahmet Tahir fûar hat vekirin.
Mehmet Akîf Înam ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, ji Tirkiyeyê 15 sazî beşdarî fûarê bûn û da zanîn ku ev hejmar ji bo wan baş e. Îmam got ku hêviya min ew bû ku, hejmara yên ku beşdarî fûarê bibin zêdetir be û wiha pê de çû: "Ji vir pê ve ji bo pêşketina karên herêmê, fûarên wiha gelekî girîng in. Bi navbeyniya fûarên wiha saziyên me tên nasîn û firsendên karê hevparî bi dest dixin."
Nûnerên fîrmayê anîn ziman ku ji bo di bazara Iraqê de çalaktir bibin beşdarî fûarê bûn.
Dê fûar sê rojan berdewam bike. Iraq, Tirkiye, DYA, Ingilîstan, Îtalya, Almanya, Romanya, Urdun, Îran, Lubnan, Mîritiyên Ereban û Erebîstana Siûdî beşdarî fûarê bûn û sazî û hilberînên xwe dan nasîn.