Abdullah Tel
30 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 365 zêde bû û derkete 34 hezar û 478an.
Sîma Sedat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 365 kes mirin û 8 hezar û 11 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 34 hezar û 478an, ya pêketiyan jî derket 604 hezar û 952yan.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 128 pêketiyan giran e, hetanî nika 477 hezar û 3 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî niha 4 milyon û 892 hezar û 704 test hatine kirin û destnîşan kir ku li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan li Tehrana paytext û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê dîsa dest bi sînordarkirinan kiribûn.