Türkan Tosun
12 Mijdar 2020•Rojanekirin: 12 Mijdar 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 457zêde bû û derkete 40 hezar û 121î.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 457 kes mirin û 11 hezar û 517 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 40 hezar û 121 kesî, ya pêketiyan jî derket 726 hezar û 585an.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 614 pêketiyan giran e, heta niha 541 hezar û 566 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 5 milyon û 384 hezar û 988 test hatine kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Li 25 eyalet û 89 navçeyên Îranê biryar hatibû dayîn ku karxaneyên mecbûriyeta wan tunin werin girtin. Wekî mayîn ketin û derketina 25 eyaletan jî hat qedexekirin.
Li 25 eyalet û 89 navçeyên Îranê biryar hatibû dayîn ku karxaneyên mecbûriyeta wan tune ne bên girtin. Wekî mayîn ketin û derketina 25 eyaletan jî hatibû qedexekirin.