Haydar Şahin
13 Adar 2021•Rojanekirin: 15 Adar 2021
Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 63 zêde bû û derket 61 hezar û 142yan.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 73 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 7 hezar û 802 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 485 kes razandin nexweşxaneyan.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 61 hezar û 142yan, hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 739 hezar û 360 kesan.
Lariya berdevk got ku rewşa 3 hezar û 836 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 485 hezar û 179 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 83 milyon e hetanî niha 11 milyon û 651 hezar û 917 test hatin kirin.