Türkan Tosun
20 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 177 zêde bû û derket 53 hezar û 625 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber şewba Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 177 kesên din mirin û 6 hezar û 312 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê ragihand ku heta niha ji ber vîrusê bi tevahî 53 hezar û 625 kes mirin û hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 158 hezar û 385an.
Lariyê got ku ji pêketiyên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 563yan giran e û hejmara kesên ku heta niha baş bûne jî 885 hezar û 54 e.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku bi tevahî 7 milyon û 46 hezar û 447 test hatin kirin û got ku li tevahiya welêt 205 navçe wek herêma tutik û 243 navçe jî wek herêma zer hatine diyarkirin.