Nihat Kavşut
22 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 126 kes mirin û hejmara miriyan derket 20 hezar û 502yan.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê li bajarê Hemedanê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Lariyê destnîşan kir li Îranê 2 hezar û 28 nexweşên nû hatine tesbîtkirin û jê 707 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 356 hezar û 792yan.
Lariyê diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di nav rojekê da 126 kes mirin û hejmara miriyan derket 20 hezar û 502yan û destnîşan kir ku rewşa 3 hezar û 850 kesan giran e û got ku hejmara kesên baş bûne jî derketiye 307 hezar û 702yan.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil 19ê Sibatê li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.