Hamdi Çelikbaş
24 Adar 2023•Rojanekirin: 24 Adar 2023
Li Xoya bajarê ser eyaleta Azerbeycana Rojava ku li rojavayê Îranê dikeve, serê sibehê di saet 06.16an da, bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Li gor agahiya ji ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat hildan navenda erdheja mezinahiya wê 5,6 hat pîvandin, bajarê Xoyê bû.
Erdhej 7 kîlometre di bin erdê da çêbû û li Hekarî û Wanê jî hat hîskirin.
Hat tespîtkirin ku navenda erdhejê 29 kîlomtre ji Başkaleya navçeya Wanê dûr e.