Muhammet Kurşun
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
BEXDA
Lijneya Bilind a Referandûmê li Bexdayê ragihand ku digel aliyên Iraqê negihîştine rêkeftinê.
Lijneya Bilind a Referandûmê bi serokatiya Roj Nûrî Şawêz digel aliyên Iraqê civiyan û li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê guftûgo kirin.
Piştî hevdîtinan şandeyê civîna çapemeniyê li dar xist û Serokê Şandeyê Roj Nûrî Şawêz behsa wê yekê kir ku ew hatine da ku referandûma serxwebûnê guftûgo bikin.
Şawêz wiha axivî:
"Me nêrînên xwe bi awayekî eşkere û bêyî tirs gihande dostên xwe yên hevpeymanê. Me xwest diyalog piştî 25ê mehê jî berdewam bibe. Wan jî got ew tenê dê berî 25ê piştgiriya diyalogê bikin."
Berdevkê YNKê Sadî Pîre jî got: "Îddiayên li ser derengxistina referandûmê hene. Esl û esasê van tuneye. Me wek YNKê do civîn kir û helwesta Emrîka, NY, Tirkiye, Îran, Fransa û Siûdiyê nirxand. Divê em van ciddî bigirin. Me got eger garantî hebin ev tên nirxandin lê me dît tenê gotin cih diguherînin."
Pîre wiha dewam kir: "Emê hevdîtên xwe digel Bexdayê bigihînin serkirdayetiya Kurd. Biryarê ew dê bidin. Wek YNKê emê di referandûmê de bibêjin erê."
Endamê Koalîsyona Nîştimanî ya Şiî Elî Ellaq jî got digel heyeta Kurd negihîştine rêkeftinê û wiha axivî: "Me dît birayên me yên Kurd di referandûmê de biisrar in. Me jî got em ji binî ve li dijî vê ne. Loma me li hev nekir."
Ellaq got helwesta hikûmetê li ser referandûmê zelal e û di vê mijarê de ewê tevdîrên hikûmetê destek bikin.