Fatih Gazioğlu
25 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2019
Di lêpirsîna FETOyê ya ji bona dizîna pirsên Ezmûna Daraza Îdarî ya 2013an da 3 jê dadgerên berê der barê 20 kesan da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat dayîn, dozgeriyê li ser dizîna pirsên Ezmûna Daraza Îdarî ya 2013an lêpirsin da destpêkirin.
Di encama lêpirsinê da hat tesbîtkirin ku endamên FETOyê pirsên ezmûnê dizîne û li malên rêxistinê yên dozger-hakîman ev belav kirine û ev jî bi rapor û îtîrafên şikbaran va hatiye îspatkirin.
Serdozgeri li ser vê di çarçoveya lêpirsîna dizîna pirsên Ezmûna Daraza Îdarî ya 2013an da 3 jê dadgerên berê der barê 20 kesan da biryara binçavkirinê derxist.
Tîmên Şaxa Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê ji bona qefaltina şikbaran Enqere navend li 11 bajaran derketin operasyonê.
Di operasyonê 14 kes hatin binçavkirin û ji bo girtina şikbarên din jî xebat dewam dikin.