Zafer Fatih Beyaz
15 Gulan 2026•Rojanekirin: 15 Gulan 2026
Beriya lûtkeya ku bi mazûvaniya Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev bi mijara "Hişê Çêkirî û Geşpêdana Dijîtal" tê lidarxistin, serekan ji bo girtina fotografên malbatî, li hev civiyan.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, dema hat Navenda Kongreyê ya Turkistanê ji aliyê Tokayev va hat pêşwazîkirin.Di fotografê malbatî yê ku li wêderê hat kişandin da Serokomar Erdogan, Serokomarê Qazaxistanê Tokayev, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev, Serokomarê Ozbekistanê Şevkat Mîrziyoyev, Serokomarê Qirxizistanê Sadir Caparov û Sekreterê Giştî yê TDTyê Kubaniçbek Omureliyev cih girtin.