08 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
PARÎS
Li gor anketên ku ji sindoqan derketin Emmanuel Macron wek serokomarê Fransayê hat hilbijartin. Macron diyar kir ku ew ê Fransayê ji nû va bigihîne hev û wiha got: "Tiştên ku me perçe dikin, ez ê li dijî wan têkoşînê bidim."
Piştî hat eşkerekirin ku li gor anketên ji sindoqan derketine Macron serokomarî qezenc kir, Macron axaftina serkeftinê kir.
Macron diyar kir, ew dizane ku Fransa perçe bûye û di vê mijarê da ew hêrs, endîşe û gumanê fêm dike. Macron got: "Tiştên ku me perçe dikin, ez ê li dijî wan têkoşînê bidim."
Macron diyar kir, di dîroka Fransayê da sehîfeyeke nû vebû û piştî vî qasî jî ew ê Fransa û Ewropayê biparêze.
Macron destnîşan kir, ew ê heya dawîn bi terorîzmê ra têkoşînê bide û ji bo piştgiriyê ji Serokomarê Fransayê François Hollande ra sipas kir.