19 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
ŞANLIURFA
Hin malbatên Sûriyeyî yên ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê gotin ku PYD/PKKa rêxistina terorî ji bo elemanan li rêxistinê zêde bike ji malbatên ku zarokên wan ên kur tunene, daxwaza keçên wan dikin, ji malbatên ku naxwazin keçên xwe bidin jî bi zorê ji wan 20 hezar dolarî dixwaze.
Omer Îsmaîl ji Tel Ebyada navçeya Reqqayê ye û ji wê derê koçî Şanliûrfayê kiriye. Îsmaîl diyar kir, axa ku ji bav û kalên wan ji wan ra wek mîrat hişt, ket destê PYD/PKKa rêxistina terorî û wan rojên pir dijwar derbas kirin.

Îsmaîl got ku terorîst bi zorê ciwanan tevî rêxistinê dikin, mal, erazî û wesayitên wan xesb kirin û kesên ku li dijî wan derdiketin jî zexta wan li ser dijberan zêde dibû û ew naçar man û xwe spartin Tirkiyeyê.
Îsmaîl destnîşan kir ku hema bêje êdî li navçeyê nifûsa Ereban nemaye, li ser mîrateya bav û kalên wan terorîstên ku ji Îran û Iraqê anîne dijîn, ev jî wan pir xemgîn dike.
Seîd Numan jî got ku tiştekî ku ew li ber kirinên PYD/YPGê nema bikin, ew bi malbata xwe ra revî Tirkiyeyê.