Türkan Tosun
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê PYD/PKKa rêxistina terorî ya ku hat dorpêçkirin niha hewl dide ku li Efrînê bi Rejima Beşşar Esed ra hevkariyê bike.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li Efrînê ji 70yî zêdetir cih bi dest xistin, PYD/PKK li herêmê asê ma.
Ji bo ku xwe biparêze rêxistinê dest pê kir bi rejima Esed re muzakereyan bike.
Hefta borî kanala Mayadînê ya ku nêzîkî Hizbullahê ye îdia kiribû PYD/PKK û rejima Esed muzakereya ewil kirin ku Efrîn dewrî rejimê bê kirin.
Li gor agahiya ji çavkaniyên herêmî ya ku nûçegihanên AAyê bi dest xist, li bajarokê Şehbayê li bakurê Helebê PYD/PKKa rêxistina terorî û Rejima Beşşar Esed bi navbeynkariya Rûsyayê hatin bal hev, lê li hevdu nekirin.
- Di mijara berdana çekan de li hev nekirin
Rejima Beşşar Esed ji PYD/PKKê xwest ku hemû endamên rêxistinê li Efrînê dev ji çekan berdin û teslîm bibin, lê rêxistinê ev şert qebûl nekir. Hat ragihandin ku hevdîtinên wan wê dewam bikin.
Rejim der barê mijarê de bêdeng e, qaşo berpirsiyarê Efrînê yê PYD/PKKê di weşana rêxistinê de got kesên dixwazin dijî Tirkiyeyê piştgiriyê bidin wê paşve neyên şandin û anî ziman ku wan tu kes bi fermî venexwendiye Efrînê.
Lê Rêzan Gîloyê qaşo berpirsyarê heyeta parastina kantona Cezireyê ye di televîzyona Kurdistan 24ê ya ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike de qebûl kir ji bo parastina Efrînê ew bi rejimê re muzakereyan dikin.
Gîlo got rejimê xwestiye çekan teslîm hilde û ji ber wê wan li hevdu nekiriye.
- Modela Minbicê tê axaftin
Rejima Esed dema Operasyona Mertalê Feratê li rojavayê navçeya Babê di pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyeyê û PYD/PKKê de alîkariya rêxistinê kiribû.
Li hember îhtimala operasyona Minbicê rejima Esed li rojavayê Minbicê li sînorên herêma Operasyona Mertalê Feratê esker bi cih kiribûn.
Li gor agahiya ji çavkaniyên herêmî ya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist ji ber ku rêxistinê nexwestiye dev ji çekan berde modela Minbicê tê muzakerekirin.
Li gor modela Minbicê ya ku tê îdiakirin PYD/PKK û rejima Esed li hev kirine, rejim wê eskerên hejmara wan diyarkirî sewqî Efrînê bike.
- Têkiliya Esed û PYD/PKKê
Serokê PYD/PKKê Abdullah Ocalan di sala 1979an da reviya Sûriyeyê. Ji wê dîrokê pê va gelek kongre li kampên Sûriyeyê hatin kirin. Ocalan 19 salan ji Sûriyeyê PKK birêve bir.
PKKa rêxistina terorî kongreya xwe ya ewil a li Sûriyeyê di sala 1982an de kir. Di kongreya duyemîn a ku di 1982an de li Şama paytextê Sûriyeyê hat kirin de bi piştgiriya rejima Hafiz Esed biryar hat dayîn ku li dijî Tirkiyeyê têkoşîna biçek bê dayîn.
Serokatiya PYDa ku di bin banê PKKê de ye li Sûriyeyê dan Merwan Zekiyê endamê îstixbarata Şamê. Salih Muslimê qaşo serokê berê yê PYD/PKKê ye jî ji ofîsa siyasî ya vê partiyê berpirsiyar bû.
Piştî ku Ocalan terka Sûriyeyê kir bi telîmata Şamê du meh şûn de PYD bi fermî di 12ê cotmeha 1998an de beşdarî siyasetê bû.
Dema li Şamê rêvebirî guherî têkiliya Esed û PKKê jî nû bû. Piştî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê rejima Esed piştgirî da PKKa rêxistina terorê ku ew bakurê welêt bi navê PYDyê hebûna xwe bidomîne.