Abdullah Tel
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 19 Tebax 2020
Meclisa Misrê peymana sînordarkirina qada behrê ya ku bi Yewnanistanê ra hatibû çêkirin, erê kir.
Li gor nûçeya malpera înternetê ya Têlevizyona El-Beledê Komîsyona Qanûndanîn û Makezagonê ya Meclisê peymana hatibû îmzekirin, pesend kir.
Li gor metna biryarê herdu welatan qadên rayekirî yên behrê qismî be jî di nav xwe da eşkere kirin û di hevdîtinên pêşerojê da jî wê seranserê van sînoran bên eşkerekirin.
Rêveberiya Atînayê di 9ê Hezîranê da bi Îtalyayê ra û di 7ê Tebaxê da jî bi Misrê ra peymanên Herêma Aborî ya Sînordarkirî îmze kiribûn.