Haydar Şahin
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin derkete milyonek û 132 hezar û 101 kesî.
Li gor "Woldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê li gor welat û herêman berhev dike, li parzemînê hejmara kesên di 24 saetên dawîn da bi vîrusê ketin 8 hezar û 959 zêde bû û derkete milyonek û 132 hezar û 101 kesî.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 269 zêde bû û derkete 25 hezar û 942yan.
Hetanî nika li Afrîkaya Başûr 11 hezar û 982 kes, li Misrê 5 hezar û 173 kes li Cezayirê 1379 kes ji ber vîrusê mirin.
Li Morîtyus êdî nexweş neman û li Seyşel û Erîtreyê mirî nehatin diyarkirin.
Li Afrîkaya Başûr 589 hezar û 886 kes, li Misrê 96 hezar û 590 kes li Nîjeryayê jî 49 hezar û 485 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Li Afrîkayê hetanî niha 849 hezar û 723 kes gihîştin siheta xwe.