Türkan Tosun
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyeyê di medyaya Amerîkayê û di navbera siyasetmedaran da bû mijara niqaşê.
Kanala CNNê bi awayekî berfireh behsa biryara Trump kir û îdia kir dema Trump ev biryar daye û guh nedaye fikrên şewirmendên ewlehiya neteweyî û eskerên pispor.
Rojnameya New York Timesê got 2 hezar eskerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne û vekişîna ji wir wê bibe sedem ku Rûsya û Îran li herêmê xurt bibin.
Wall Street Journalê jî got Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê operasyonê bike, piştî vê biryara Trump rewşa YPG/PKKya hevkarê Amerîkayê ya li Sûriyeyê wê bikeve talûkeyê.
Rojnameya Washington Postê jî di nûçeya xwe da çavkaniyên eskerî wek çavkanî nîşan da û got Jîm Mattîsê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê pêşniyaz kiriye qet nebe yekîneyeke biçûk bila li Sûriyeyê bimîne, lê Trump guh nedaye vê pêşniyaza wî.
- Siyasetmedar jî bertek nîşan didin
Hin siyasetmedaran jî bertek nîşanî biryara Trump dan û gotin ev biryareke şaş e, lê yên ji vê biryarê kêfxweş in jî hene.
Senator Lîndsey Grahamê yek ji wan kesane ku piştgiriyeke xurt dide Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ji Sûriyeyê vekişîn ji bo Amerîkayê û dinyayê wê encamên pir xirab derxe holê û wiha dewam kir: "Vekişîna Amerîkayê ji bo DEAŞ, Îran, rejima Beşşar Esed û Rûsyayê wê bibe qezenceke mezin."
Senatorê Colaradoyê Cory Gardner jî dîsa li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got divê Trump bilez ji vê biryarê vegere û kongreyê bişêwire.
Senatorê Komarparêz Marco Rubîo jî daxuyanî da medyayê û got biryar mirovan metel dihêle û di salên bê da wê tesîrên girîng çêbibin.
Senatorê Kentuckyê Rand Paul got ew ji ber vê biryara Trump kêfxweş e.
Ted Luiyê endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê jî kêfxweşiya xwe ya der barê biryara Trump da anî ziman.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû: "Di heyama Serokatiya min da tekane sedema hebûna me ya li Sûriyeyê DEAŞ bû û me ew têk bir."