02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
DEAŞa rêxistina terorê li çola Dêrazora bajarê Sûriyeyê ku di destê rejima Beşar Esed da ye, li hin deveran êrîş dan destpêkirin.
Li gor agahiya ku AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, terorîstên ku ber DAEŞê mane û li çola Dêrazorê belawela dijîn, çendeke bi rejima Beşar Esed ra dikevin pevçûnê.
DEAŞiyên ku dixwazin hêza xwe zêde bikin ev sê roj in li çolê êrîşên tund birin ser gelek bajarokên ku di destê rejima Esed da ne.
Mensûbên rêxistina terorê, li ser rêya Dêrazora ku girêdayî Humsê ye, êrîşî bajaroka Sukneyê ku ji alî stratejîk va girîng e, kir, konvoyeke rejimê ya ji bajaroka Subehanê derdiket îmha kir û bi dehan eskerên rejimê kuştin.
Piştî ku di cotmeha 2017an da Reqa ji destê DEAŞê derket, rêxistin ketibû pêvajoya têkçûnê. Li bakurê rojhilata Sûriyeyê hema bêje temamiyê cihên ku DEAŞ jê hat derxistin, YPG/PKKya rêxistina terorê îşxal kiriye. Terorîstên DEAŞê pir kêm mane û ew jî li çola ku di bin kontrola rejimê da ye, dijîn. Rejima Beşar Esed li ser qadeke 5 hezar kîlomêtreqareyî dora DEAŞê girtiye. Rejim car caran operasyonê dibe ser DEAŞiyan.