Türkan Tosun
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û platformên fikr û ramanan amadehiyan dikin ku rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçiyê li ber Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hat kuştin bi bîr bînin.
Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçiyê nivîskarê Rojnameya Washîngton Postê di 2yê Cotmeha 2018an da ji bo kar û barên xwe yên fermî yên zewacê çûbû Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û li wir hatibû kuştin. Ji ser kuştîna wî ra salek derbas bû û ewê îro bê bibîranîn.
Mala Çavderiyê ya Mafên Mirovan (HRW), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Cemiyeta Parastina Rojnamevanan (CPJ), Rojnamevanên Sînornenas, Foruma Şerqê, Bêyî Edalet Aştî Nabe û Komeleya Medyaya Ereb û Tirkan (TAMM) ji bo salvegera mirina Kaşikçi amadehiya dawîn a bibîranînê dikin.

Destgirtiya Kaşikçi Hatîce Cengîz, hevalên wî û gelek kesên din wê beşdarî merasimê bibin.
Di saet 13.14an a ku Kaşikçi ketibû hundirê avahiyê serkonsolxaneyê da merasimê bi rêzgirtinê va dest pê bike.
Di bibîranînê da piştî nîşandana vîdeoyê beşdarî wê biaxivin.
Hêzên ewlehiyê li der û dora avahiyê tevdîra ewlehiyê dîtin, bi bariyeran va dora serkonsolxaneyê girtin.
Rojnamevanên biyanî jî di nav da gelek xebatkarên çapemeniyê li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.

-Xwediyê Amazon û Washîngton Postê Jeff Bezos jî beşdarî merasima bibîranînê ya ji bo rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi yê ku li Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê par hatibû kuştin, bû.
Merasima bibîranînê ya Cemal Kaşikçi ji hêla saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û platformên fikr û ramanan va li ber avahiya Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê hat lidarxistin, dewam dike.
Merasimê di saet 13.14an da a ku Kaşikçi ketibû hundirê avahiyê serkonsolxaneyê bi rêzgirtinê va dest pê kir. Axaftina beşdarvanan dewam dike.
Xwediyê Amazon û Washîngton Postê Jeff Bezos jî beşdarî merasima bibîranînê bû.
Serokê Komeleya Medyaya Ereb û Tirkan Turan Kişlakçi ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan Bezos vexwendiye û wiha dewam kir: "Bi suprîzeke baş va beşdarî bernameyê bû."
- Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay:"Wî Kerbelaya esra me nîşanî me da, lê bi mirina xwe va em şiyar kirin. Ji ber ku ji fikr û ramanên wî ditirsiyan e kuştin. Ji ber ku ew kuştin fikrên wî xurtir bûn û wan tehdîd dike. Em ji dîktatorên ku ji fikr û ramanê ditirsin ra dibêjin; Tirsa ji ber fikr û ramanê ji ecelê we ra nabe asteng"
Rojnameger Cemal Kaşikçi di yekem salvegera wefata xwe da li ber Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê ku tê da hatibû kuştin, bi çalakiyekê tê bibîranîn.
Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay di bernameya bîranînê da axivî û got ku Cemal Kaşikçi êdî bû sembola rêzgirtina mafên mirovan, rûmeta mirov, azadî û edaletê.
Aktay diyar kir ku li ser rûyê dinyayê gelek cinayetên mînanî ya Kaşikçi dibin û got ku ji alema Îslamê li welatên wek Sûriye, Misir, Myanmar, Keşmîr, Libya, Yemenê gelek cinayet, sûîqesd û komkujî çêdibin.
Aktay wiha got:
"Wî Kerbelaya esra me nîşanî me da, lê bi mirina xwe va em şiyar kirin. Ji ber ku ji fikr û ramanên wî ditirsiyan e kuştin. Ji ber ku ew kuştin fikrên wî xurtir bûn û wan tehdîd dike. Em ji dîktatorên ku ji fikr û ramanê ditirsin ra dibêjin; Tirsa ji ber fikr û ramanê ji ecelê we ra nabe asteng."
Serokê Komeleya Medyaya Tirkî Erebî Turan Kişlakçi jî got ku dilê Cemal Kaşikçi paqij bû, dotekî sadiq bû.
Kişlakçi wiha got: "Pêşiyê dema ku ew kuştin, bû şehîd. Cara duyem jî wexta ku delîlên ser kuştina barbar û nemerd texrîf kirin. Lê ev yek ji bîr kirin, ev zilamê ku qelbê wî mîna zarokekî paqij bû wê nemire û di mûxayîleya ebedî ya mirovahiyê da bijî."
Moderatorê bernameyê û Edîtorê Middle East Eyeyê David Hearst jî got, "Peyama Cemal pir xurt e. Ew li herêma xwe ji kesên nadir yek bû. Ez dikarim wiha bêjim; Dengê Cemal êdî xurtir e."
Hatice Cengiza dergistiya Cemal Kaşikçi, Tawakkol Karmanê xwediyê xelata Nobelê, Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay, Serokê Komeleya Medyaya Tirkî Erebî Turan Kişlakçi, Nûnerê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yê li Tirkiyeyê Andrew Gardner, siyasetmedarê Misrî Eymen Nur, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Avakarê DAWNê Nîhad Awad, Raportora Taybet a Înfazên Bêdaraz û Keyfî ya NYê Agnes Callamard, aktivîstê mafên mirovan Mohamed Soltan û Serokê Korbenda Şerqê Wedah Xanfar weke axêver beşdarî çalakiya bernameyê dibin.
Gelek rojnamegerên xwecî û biyanî bernameyê dişopînin.