Sevim Hatun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê li Meclisa Federal der barê Ciwîna Serokan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya hefteya borî hat kirin û Civîna G20ê wê hefteya bê were kirin de daxuyanî da û got ku Civîna Serokan a YEyê sinyalên pêbawerî û geşiyê dide.
Merkelê got ku ew bi xweşbînî li pêşeroja Ewropayê dinêre û sedema xweşbîniya wê jî bi hev re xebata hemû welatên YEyê û lihevkirina Almanya û Fransayê ye.
Merkelê polîtîkaya parastinê ya Donald Trumpê Serokê DYAyê rexne kir û wiha nirxand: "Pirsgirêkên dinyayê bi polîtîkayên parastin û tecrîdê nayên çareserkirin, kî bi vê bawer be bila bizanibe ku ew şaş e. Ev ji bo G20ê jî ji bo YEyê jî wisa ye."