Ji Tirkiye, Sûriye, Îran û welatên ereban gelek hunermend û derhêner beşdarî mihrîcanê dibin û dê di mihrîcanê de 12 fîlmên dirêj û 26 kurtefîlm bên nîşandan. Mihrîcan dê heta 3yê hezîranê bidome û dê di mihrîcanê de fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê "Zêmar" wek fîlmê rûmetê were nîşandan.
Dîrektorê mihrîcanê Nasir Hesen daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bilî derhêner û lîstikvanên kurd ji welatên cînar jî yên ku ked dane sînemayê dê beşdarî mihrîcanê bibin. Hesen diyar kir ku li herêmê cara ewil e ku mihrîcaneke fîlman a navneteweyî tê lidarxistin û wiha got: "Înşellah em ê di pêşerojê de mihrîcanê berfirehtir bikin."
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî destnîşan kir ku ev ji bo nasîna hunermendên kurd derfetek e û wiha got: "Ez hêvî dikim ku sînemaya me pêş keve, lewra di hunerê de cihê sînemayê girîng e."
Derhênerê fîlmê "Leşkerên Sedam" Ganî Ruzgar Şavata û lîstikvana fîlmê Tugba Ozay jî beşdarî mihrîcanê bûn.
- "Min di albûma xwe ya nû de cih da sitranên kurdî"
Ozayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ev cara duyem e ku ez têm Hewlêrê. Berê ji bo galaya "Leşkerên Sedam" hatibûm. Wek mêvan beşdarî mihrîcanê dibim. Dê sînemaya kurdan pêş keve. Kêfa min ji muzîka kurdan re jî tê. Min di albûma xwe ya nû de cih da sitranên kurdî jî. Ez hêvî dikim ku biratî û aştî pêk were û êş cardin neyên kişandin."
Mihrîcan dê di 3yê hezîranê de bi merasima xelatdayînê bi dawî bibe.