22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
HESEKE
Li Sûriyeyê 51 milîtanên PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê revîn û xwe sipartin herêma di destê Herêma Kurdistana Iraqê da ye.
Li gor agahiyên çavkaniyên pêşmergeyên Encumeniya Niştimaniya Kurdî Li Sûriyeyê (ENKS) koma ku 51 kes in û ji rêxistinê reviyane ji leşkerên kurd ên ku berê jî ji artêşa Sûriyeyê veqetiyane pêk tê.
Li gor agahiyan 5 kesên di nav wan da ji kurdên Tirkiyeyê ne û 2 kesê ji wan jî berê fermandariya qadê kirine.
Kom li Tel Koçera Hesekeyê ji PYDyê vediqete û derbasî Rabîaya Iraqê dibe û li vir çekên xwe teslimî hêzên ENKSyê dikin. Li gor agahiyan piraniya çekan yên DYAyê ne.
Li gor agahiyan kom bi hinceta ku "rêxistin kurdan temsil nake û bi rejimê ra tevdigere" ji rêxistinê qetiyaye. Li gor agahiyên çavkaniyan berê jî komên wiha ji rêxistinê reviyane.
ENKSya ku 12 partiyên kurdan ên ji Sûriyeyê di bin navê xwe da dihewîne li dijî PYD û polîtîkayên wê mixalefetê dike. ENKS di Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê da bi 11 namzedan tê temsilkirin.
Alîgirên PYDyê di meha nîsanê da li Hesekeyê êrîşî ofîsên ENKSyê kiribûn û hewl dabûn bişewitînin û hin ofîs jî hatibûn girtin. Pêşmergeyên ENKSyê piştî ku herêm ketibû destê PYDyê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûbûn.