Ahmet Aydın
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
ANKARA
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê û Berdevkê wê Îbrahîm Kalin got, "Mixalefeta me ya li dijî referandûmê, ne mixalefeteke li dijî kurdan e. Heger li dijî kurdên Iraq, Sûriye û Îranê, yan li dijî welatiyên me yên kurd yên li Tirkiyeyê dijîn helwesteke me ya wisa hebûya bi salan di demên zehmetiyê de, me piştevaniya rêveberiya Hewlêrê ne dikir."
Kalin di bernameyeke TRT Haberê di weşana zindî de bersiva pirsên derbarê rojevê de da û hinek nirxandin kirin.
Kalin derbarê serdana fermî ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan ya ji bo Îranê de axivî û destnîşan kir ku şirîkatiya Îran û Tirkiyeyê ne tenê hevsînorî ye û belkî di heman demê de peywendiyê wan yên dîrokî aborî jî hene.
Kalin anî ziman ku di serdanê de mijara herî germ a rojevê referandûma Herêma Kurdistana Iraqê bû û got, "Di vê mijarê de em û Îranê hevra ne. Di warê parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê de ne tenê Tirkiye û Îran hema hema belkî temamê dinyayê hevra ye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin anî ziman ku di esil de Hewlêr li Iraqê di warê xwecihiyê de xwedan îmtiyaz e û wiha pê de çû:
"Dema em dinerin artêşa wê bi xwe, pêşmergeyên wê, hêzên wê yên ewlekariyê, parlementoya wê û sînorên wê hene, ew bi xwe gumrikan kontrol dike. Gaveke wisa avêtin ku ev hemî imtiyaz avêtin xetereyê. Bi kirina referandûma gaveke ber bi parçekirina axa Iraqê ve avêtin. Ev jî rasterast bû sedema berteka hemî herêmê, welatên kendavê û herwiha welatên Ewropayê. Ez nizanim ka hesabên wan çi bûn? Lê me hişyarî da wan. Di warê hemî astan de me ji mixateban re got, 'Binerin nekin, ev xetayeke mezin e, vegera ji vê xetayê tune, wê ev bibe sedama ji destdana gelek tiştan. Ev destkeftên we yên ku we bi têkoşîna salan bi dest xistine wê têkevin talûkeyê.' Me bi vî rengî gelek hişyarî da wan, lê dîsan jî kirin. Nuha jî ceremeya wê dikşînin."
Kalin got, "Di serdemeke weke nuha de, mentiqa ku bêjin 'pêdivê hemû gel bibin xwedî dewlet' ne rewşeke rasyonel e. Ya giring ew e ka ev kesayetî di çarçoveya edalet û hiqûqê de, ji dewlemendî û refahê para xwe distînin yan na, azadiya xwe dijîn yan ne."
Kalin bal kişand ser wê yekê ku gelek pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û got, "Siyaseta mezhepgerayetiyê ya serdema Malîkî, mixabin bû sedema ku kurd û sunne li dervayî pergalê bimînin. Lê belê tevî vana divê em ji xwe bipirsin ka ev tişt referandûma serxwebûnê meşrû dikin yan na. Li gorî me meşrû nake. Çimkî bi parçekirina axa Iraqê, dawî li vê nayê."
Kalin destnîşan kir ku mixalefeta Tirkiyeyê ya li dijî referandûmê, ne mixalefeteke li dijî kurdan e û got, "Heger li dijî kurdên Iraq, Sûriye û Îranê, yan li dijî welatiyên me yên kurd yên li Tirkiyeyê dijîn helwesteke me ya wisa hebûya bi salan di demên zehmetiyê de, me piştevaniya rêveberiya Hewlêrê ne dikir. Dijminatiyek yan jî pêşdarazêk ku em li dijî kurdan bikin eslen ne mewzû behs e."
- "Heke pêwîst bû emê têkevin Efrênê"
Kalin destnîşan kir ku herêma Efrînê ya di bin kontrola PYDê de ji bo Tirkiyeye xaleke hessas e û anî ziman ku mesele kurdên Efrînê nîn in û got, "YPG û PYD bi afirandina rewşeke defakto û ragihandina wan a di wê herêmê de weke kantonê, herwiha fişar û zulma wan a hemberî mirovên herêmê cihê qebûlê nîn e. Ew cih ji bo ewlekariya me ya neteweyî û asayişa me ya sînor dibin pirsgirêk. Tirkiye ji bo parastina asayişa xwe dema pêwîst dît wê midaxele bike. Serokomarê me dibêje 'dibe ku em şevekê ji nişkê ve bên'. Li gorî pêdivê herkes bi aqilî tevbigere. Bi şev be bi roj be, cîgirkirina dem û cihê wê di destê Tirkiyeyê de ye."