Ahmet Aydın
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
PARÎS
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina digel Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ya li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê bersiva pirsên rojnamevanên tirkî da.
Di bersiva pirsa derbarê hewla navcîvaniyê ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ya di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de Çavuşoglu anî ziman ku piştevaniya hemû hewlên di navbera Bexda û Hewlêrê de dikin lê belê got ku tereduda wan heye ka gelo dewletek bi tena serê xwe karê bike yan na.
Çavuşoglu wiha pê de şû:
"Îro li Fransayê me behsa van mijaran kir. Hatina Serokwezîrê Iraqê bo vêderê, hevdîtina wî ya ku biryare digel hem Macron û hem Wezareta Karê Derve bike... Esasen pozisyona Ebadî diyar e lê belê li gorî ez ji Wezareta Derve ya Fransayê hîn bûm, Fransa jî piştgiriyê dide yek parçeyiya axa Iraqê. Ew jî dibêjin pêdivê pirsgirêk li gorî destûra Iraqê bê çareserkirin ji xwe em jî vê dibêjin.
Li gorî destûra Iraqê mafên Rêveberiya Herêma Kurdistanê hene. Heke ev maf hemû nehatibin dayîn, ev mijar dikare digel Bexdayê bê gotubêjkirin. Em jî dikarin bibin alîkar lê belê di hevdîtinên digel Barzanî de me dît ku behsa dîrokên kevin dike. Esasen me ji wan re got ku em piştevaniya mafên destûrî dikin lê me di her platformê de anî ziman jî ku em li dijî referandûmê ne."
"Divê Barzanî guh bide van bangewaziyan û ji wê şaşiyê vegere"
Çavuşoglu destnîşan kir ku pêdivê ji bo vegera rêveberiya Barzanî ji vê şaşiyê hemî hewl bên dayîn û got, "Pêdivê hemî alî pozisyona xwe ya beriya referandûmê bi şiklekî bihêz biparêze. Me îro ji frensiyan re jî got, em ji mixatebên xwe yên din re jî dibêjin. Barzanî kare ji vê şaşiyê vgere. Beriya referandûmê guh neda bangewaziyan û siberoja Iraqê bi taybet jî kurdan avête xetereyê. Lê belê nuha pêdivê guh bide van bangewaziyan û ji wê şaşiyê vegere."
"Pêdivê bê kordînekirin"
Çavuşoglu derbarê pirsa ka gelo wê muhletekê bidin HKIyê yan na, de wiha bersiv da:
"Pêdivê ev gav bi şiklekî baş bên kordînekirin. Biryar hene. Biryarên ku me jî dane hene. Biryarên Lijneya Wezîran hene. Biryara tewsiyeyê ya Lijneya Ewlekariya Neteweyî, tezkereya parlementoyê heye. Pêdivê ev digel Rêvberiya Bexdayê bê kordînekirin. Em hê negihane vê astê lê em diaxivin. Cenabê Serokwezîr bi telefonê digel Ebadî axivî. Heta nuha hê muhletek nehatiye dayîn. Lê divê ev muhlet bê dayîn. Di wê muhletê de heger gavên pêwîst hatin avêtin, temam, lê heger nehatin avêtin, wê gavên ku hikûmeta navendî yên ku biavêjin wê ji bo me bibin krîtereke giring."