26 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Mixalifên kurd ên îranî yên ji ber ku li Îranê bi awayekî qanûnî nikarin xebatên xwe yên siyasî bikin ev bi qasî 30 salan e ku li bajêr û herêmên cur bi cur yê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xebatên xwe yên siyasî û eskerî berdewam dikin dibêjin ku hêviya wan tune ku hilbijartinên Parlementoya Îranê û Meclisa Pisporan a ku dê di 26ê sibatê de bê kirin bibe wesîleya guherîneke rastîn û ji ber ku ji vê hilbijartinê tu hêviyên wan tune dê hilbijartinê boykot bikin.
Kurdên îranî diparêzin ku hilbijartinên ku hema bêje hemû namzedên piştgirê reformê hatin tesfiyekirin standartên demokratîk pêk nayne, ji ber ku "Şewra Nîgehban" (Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn) a ku wekî "fîltreya şoreşê" tê binavkirin ji hilbijartinên demokratîk ên dinyayê cudatir ji bo diyarkirina namzedan diseridîne meşrûiyeta hilbijartinan namîne. Mixalif diyar dikin ku ji ber vê yekê dê bi veşartî rêxistinbûn xwe ya siyasî û fealiyetên xwe yên siyasî berdewam bikin.
- Saziya herî krîtîk a rejimê
Ji 12 endamên Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn a ku yek ji saziyên herî girîng ên rejima Îranê ne rasterast ji aliyê serok ve tên tayînkirin. Li welêt ji bo ku di hilbijartinên parlemento û Meclisa Pisporan de bibin namzed dibê ji Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn a ku girêdayî serok e, tesdîqê bistînin. Namzed ji kesên ku serok dixwaze bên hilbijartin pêk tên. Gel tenê ji nav kesên ku pêşkêşî wan dikin hilbijartinê dikin. Ev rewş dibe asteng ku îradeya gel di hilbijartinan de xuya neke. Ji ber vê jî konseya ku serok têşe didê namzedên hilbijartina ku gel deng didê diyar dike di van salên dawîn de hem parlementer hem jî meleyên li Meclisa Pisporan de piranî ji mihafazakaran pêk tê.
- Namzed ji berê ve tên diyarkirin
Ebdûllah Mohtediyê Sekreterê Giştî yê Partiya Civakî ya Kurdistana Îranê (Komela) diyar kir ku hilbijartinên li Îranê li gor prensîbên demokratîk nayên kirin û da zanîn ku wekî hemû welatên demokratîk ên din divê hilbijartin bêyî ku konseyek di nav namzedan de hin kesan hilbijêre û tehde hebe bên kirin. Mohtedî nirxandina "Heke bixwazin ku hilbijartineke demokratîk bê kirin, divê pêşî Konseya Parêzvanan a Destûra Bingehîn bê fesxkirin heke ne, ne mimkûn e ku mirov qala hilbijartineke demokratîk bike."
Mohtedî destnîşan kir ji ber konseya li Îranê ya navborî ne namzedên ku gel dixwaze, kesên ku rejim tesdîq dike dikarin bikevin hilbijartinan û wiha axivî: "Di şert û mercên berdest de ne mimkûn e ku mirov bikare qala azadiya gel û partiyan bike. Ji ber vê jî hilbijartinên li Îranê xwedî nêrîneke gelekî teng e. Heta ku ev pergal û atmosfer hebe ez ne bawer im ku nûnerên gelê Îranê yên rastîn di meclisa li Tehranê de cî bigirin."
- Hilbijartin dê bên boyqotkirin
Mohtedî destnîşan kir ku pergala berdest ji aliyê temsiliyeta kurdan a di parlementoyê de pirsgirêkên gelekî mezin derdixîne holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îran dibe asteng ku gelê wî rasterast beşdarî hilbijartinan bibe. Hilbijartinên li Îranê bi temamî sembolîk in û armanca kirina wan tenê ew e ku bibêjine welatên din 'lê binêrin di me de jî hilbijartin heye'. Konseyê serlêdana gelek namzedên kurd ên xwestin ku beşdarî hilbijartinan bin red kir. Tenê namzedên ku ji bo rejima xwe guncav dibînin tesdîq dikin."
Mohtedî qal kir ku heta ku li Îranê sînordarkirinên di pergala hilbijartinê de û astengiyên pêşiya partiyên siyasî neyên rakirin nafikirin ku beşdarî hilbijartinan bin û wiha axivî: "Heke darvekirinên siyasî yên li welêt û fîltreya Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn a ser hilbijartinan rabe em dê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê lê belê di atmosfera berdest de em ê boyqot bikin."
- Hilbijartin tesîrek li ser rêxistina siyasî ya Îranê nake
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî jî destnîşan kir ku hilbijartinên ku dê li Îranê bên kirin ne di wê astê de ne ku daxwazên siyasî yên gel pêk bînin û wiha axivî: "Ji ber ku hilbijartinên li Îranê ne li gor krîterên ku bingeha demokrasiyê pêk tînin e, me wek partî bangî kurdên li Îranê kir ku beşdarî hilbijartinan nebin. Hilbijartinên ku niha li Îranê tên kirin, hilbijartina gel nîne lê belê hilbijartina namzedên ku Komara Îslamê ya Îranê diyar kir bi xwe ye. Bi saya Şewra Nîgehbanê kesên ku dê bên hilbijartin berê tên diyarkirin. Ev kes îradeya gel temsîl nakin."
Hicrî da zanîn heta ku rejima berdest berdewam bike wisa texmîn dikin ku dê nekarin ku hilbijartineke demokratîk bikin û wiha axivî: "Heta ku rejima Îranê li ser peywirê be, parlementoyeke li gor krîterên demokratîk, di çarçoveya berjewendiyên gel û xwedî tam temsîliyetê çênabe. Ji ber vê jî tu menaya van hilbijartinên li welêt tune ji ber ku mirov xwediyê wê derfetê nînin ku tercîhên xwe bi xwe hilbijêrin."
-Tu hêviya kurdan ji hilbijartinê tune
Hicrî da zanîn ji damezrandina Komara Îslamê ya Îranê pê ve hilbijartinên ku hatin kirin rewşa kurdan neguherand û wiha axivî: "Beşdarbûna hilbijartinên Îranê tenê dê destbiketiyeke berwext bide rejima Îranê. Kurd ji aliyê siyasî ve tu tişt bi dest naxin ji ber ku rejim destûr nade vê yekê. Tiştên ku dikevin destê gelê me ne destbiketiyên siyasî ne tenê xizanî û bêkarî ye. Ji ber vê wekî hilbijartinên berê ji van hilbijartinan jî tu hêviyên me tune."