17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
BAB
Li navçeya Babê ya ku li bakurê Sûriyeyê dikeve û di Hereketa Mertalê Feratê da hatibû rizgarkirin niha jî mizgeft û çarşiya dîrokî bi piştgiriya Tirkiyeyê va tê restorekirin
Berpirsê Karên Diyanetê yê Meclisa Herêmî ya Babê Mahmûd Akîl Ebû Salih der barê dîroka Babê da agahî da nûçegihanê AAyê.
Ebû Salih destnîşan kir ku Bab di heyama Hezretî Omer da hatiye fetihkirin û "Mizgefta Kebîr" ê ya wek Mizgefta mezin tê binavkirin jî di sala 717an da hatiye avakirin.
Di axaftina xwe da Ebû Salih destnîşan kir ku li navçeyê 60 mizgeft hene û bi piştgiriya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê va restorekirina 40 mizgeftî hat kirin û niha jî dor hatiye ser mizgefta mezin a dîrokî û wihapê da çû: "Tê payîn ku restorekirina mizgefta mezin bi qasî salekê dewam bike. Mizgefta Mezin ji ber şerê bi DEAŞê ra zirareke mezin dîtibû."
Tevlî mizgeftên li navçeyê wê bazara mezin a dîrokî ya li Babê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê va wê bê restorekirin.