Türkan Tosun
06 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyandibû ku ew ji peymana nukleerê ya bi Îranê re wedikişe û paşê xwestibû li dijî Îranê hin mueyîde bên kirin. Qonaxa ewil a van mueyîdeyan bi saeta Tirkiyeyê îro di saet 07.00an de dest pê kir.
Piştî biryara Trump, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandibû ku ew ê bi du qonaxên ku ji 90 û 180 rojî pêk tên dest pê dikin va mueyîdeyên li hemberî Îranê bidin destpêkirin. Dema 90 rojî îro diqede, qonaxa ewil a mueyîdeyan jî bi saeta Tirkiyeyê îro di saet 07.00an de dest pê dike.
- Naveroka mueyîdeyên li hemberî Îranê çi ye?
Piştî ku ev mueyîde bikevin rewacê ji hikûmeta Îranê ra kirîna dolar tê qedexekirin, bi zêr û madenên din ên bi qîmet ra bazirganî kirin jî tê qedexekirin.
Îthalata balafirên rêwiyan û perçeyên balafiran ên Îranê wê bên astengkirin.
Îxracata xalîçeyên destan, xwarin û xurek tê qedexekirin.
- Welatên bi Îranê re bazirganiyê dikin jî wê tesîreke neyînî bibînin
Ev mueyîde bi tenê Îranê eleqedar nakin, lewra welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin jî wê tesîreke neyînî ji van mueyîdeyan bibînin.
Ofîsa Kontrolê ya Hebûnên Biyanî (OFAC) a girêdayî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand zirara van welatan ên ji ber mueyîdeyê wê neyên tanzîmkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 8ê Gulanê de ragihandibû ku ew ji peymana nukleerê ya ku wekî Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş tê binavkirin vedikişe û gotibû li hember Îranê wê car din mueyîdeyan bixin rewacê.
Peymana nukleerê di 2015an de ji hêla selefê wî Barack Obama ve hatibû îmzekirin û Trump ji hilbijartinan vir ve li dijî wê derdiket. Ji ber vê Trump çawa hat li ser wezîfeyê ji vê peymanê vekişiya. Li ser ra 90 roj derbas bûn, welatên Ewropayê ji bo ku Îranê ji van mueyîdeyan biparêzin tevdîrên girîng nedîtin.
- Şirketên kurewî ji Îranê vekişiyan
Gelek şirketên mezin ên kurewî piştî mueyîdeyên Amerîkayê yek bi yek ji Îranê vekişiyan. Yek ji wan jî Total e û şirketê daxuyand heke ji bo wan îmtiyazek bê kirin ew dikare projeya xwe bidomîne. Lê heta niha ji welatên Ewropayê tu piştgiriyek nehat dayîn.
- Milyonek însan dibe ku bê kar bimînin
Piştî neftê di qada otomotîvê de mueyîdeyên berfireh hene ku ji ber van milyonek însan dibe ku bê kar bimînin
Lewra şirketên otomotîvê yên Ewropayê Peugeot, Renault ve Citroen piştî mueyîdeyên Amerîkayê yek bi yek ji bazara Îranê vekişiyan.
Şirketa Almanyayê Siemensê jî daxuyand wê têkiliyên xwe yên bi Tehranê ra qedandiye.
Şirketên Rûsyayê yên pola û hesinê MMK û Severstalê jî daxuyandin wan îxracata xwe dane rawestandin.
- Peymanên Boeing û Aîrbusê betal bûn
Piştî peymana nukleerê, rêvebiriya Obamayê ambargoya esmanî ya sivîl a Îranê ya ku ji Şoreşa 1979an vir va dewam dikir rakiribû.
Di sala 2016an da Îranê bi şirketa Amerîkî Boeingê ra peymanek îmze kiribû ku 80 balafiran bikire, di 2017an de jî peymanek îmze kiribû ku 30 balafiran bikire.
Ji bilî van bi şirketa Fransayê Aîrbusê ra jî i sala 2016an da peymanek îmze kiribû 100 balafiran bikire.
Piştî vekişina peymana nukleerê hemû peyman hatin betalkirin.
- Qonaxa duyem a mueyîdeyan wê di 5ê mijdarê de dest pê bike
Qonaxa duyem a mueyîdeyan jî wê di 5ê mijdarê de dest pê bike, lewra di 4ê mijdarê de 180 roj wê tije bibin.
Piştî vê dîrokê bi taybetî li ser nefta Îranê û xaza sirûştî qedexe û astengkirin wê bên kirin.
Îran rojê 2 milyon û 200 warêl neft îxrac dike ku nîvê wê diçe Çîn û Hindistanê, ji sedî 25ê wê diçe welatên Ewropayê, qismek jî diçe Koreya Başûr û Japonyayê.
Ji ber ambargoya Amerîkayê di gava ewil de rojê 500 hezar warêl neft wê kêm bê îxrackirin.
Di gava duyem de tê texmînkirin ev rêje wê bibe milyonek warêl ku ev jî tê wê meneyê dahata Îranê ya neftê 27 milyar wê kêm bibe.