QAHÎRE
Mehkemeya Misrê der heqê Mihemed Mursî da ku bi derbeyê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û dosyeya wî şandibûn miftîtiyê, cezayê miebetê da.
Mehkemeya Misrê di dozên bi navê "sîxurî" û "êrîşa li ser girtîgehan" da der heqê Mihemed Mursî û Serokê Konseya Şêwrê ya Îxwanê Mihemed Bediî da cezayê miebetê da û der barê Sekreterê Giştî yê HAPê Mihemed el-Biltacî, Alîkarê Serokê Konseya Şêwrê ya Îxwanê Heyrat Şatir û Sekreterê Serokomariyê Ehmed Ebdulatî da biryara îdamê da.